Amerîka dê 5000 rokêt bifroşe Iraqê

Berdevkê DAIŞê jî di şerê Enbarê de birîndar bûye.

K24- Navenda Nûçeyan

Amerîka dê 5 hezar rokêt û kelûpelên wan bifroşe Iraqê. Aertêşa Iraqê jî ragihand ku berdevkê DAIŞê birîndar bûye.

Wezareta Derve ya Amerîka rezamendiya xwe li ser firotina rokêtan bo artêşa Iraqê nîşan da, di çarçoveya girêbesteke kirîna çekan biqasî 800 milyon dolarî.

Li gor daxuyaniyeke fermî, Wezareta Derva ya Amerîka bi agehdariya Kongresê, biryara firotina “5 hezar rokêt û alavên bi wan re” bo Iraqê, pesend kir.

Ji aliyek din ve, Artêşa Iraqê ragihand ku, berdevkê DAIŞê, Ebû Mihemed Ednanî di êrîşeke esmanî de li navçeya Berawne ya Enbarê birîndar bûye.

Li gor daxuyaniyê, Ednanî ji rojavayê Enbarê bo Mûsilê hatiye veguhestin.