Barzanî bersiva nameya keçeke Kurd dide

Keça Kurd tabloyek bi navê şehîdên Pêşmerge nexişaniye û ligel nameyekê ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandiye.

K24- Navena Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê berisva nameya keçeke Kurd dide û radighîne ku, Pêşmergeyên Kurdistanê bi xwînê “dastanê diafrênin.”

Keça Kurd ya bi navê Tara Kurmanc Izet, ku xelka navçeya Soran ya Başûrê Kurdistanê ye, di tabloyekê de navê şehîdên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de li ser pelên darekê bi rengê Kurdistanê nexişandye.

Tara ew tablo ligel nameyekê ji Serokê Herêma Kuristanê, Mesûd Barzanî re şandiye: Barzanî bi nameyek fermî bersiva wê keça Kurd daye.

Barzanî di destpêka nameya xwe de spasiya Tara Izet dike li ser nexişandina wê tabloyê û kêfxweşiya xwe bi, hestên pak û disloziya wê keça Kurd bo gel û welatê xwe, aniye ziman.

Tara xwendevana qonaxa yekem a zanîngehê ye, Barzanî di nameya xwe de bo wê nivîsiye: “Niha lawê welatê me li eniyên bergiriyê, bi xwîna xwe dastanê diafrênin û bûne sembola qehremaniyê, hemû cîhan jî şanaziyê bi Pêşmergeyan dike.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike ku, Kurdistan ber bi paşerojeke geş ve diçe û daxwaz ji xort û gencan dike ku “bi xwendin û baweriyeke bihêz beşdarî pêşxistina welatê me bin” û hêviya bextiyarî û serkeftinê jî xwest.