Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Bergirî yên Holandayê gehiştin Hewlêrê

Dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicivin.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Bergirî yên Holandayê gehiştine paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr.

Beriya bîstekê, her du berpirsên paye bilind ên Holandayê gehiştine Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge, Kerîm Şingalî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyên K24, biryare Cîgirê Serokwezîrê Holandayê û Wezîrê Bergirî ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bicivin.

Her du berpirs danê sibehê li Bexdayê ligel rayedarên Iraqê civiya bûn.