Li Tirkiyê asta feqîrî û birçîbûnê zêde dibe

Li gor lekolînekê roj bi roj li Tirkiyê birçîbûn û feqîrî zêde dibe. Bûhaya fêkî û şînahî û goşt gelekî zêde dibe, lê belê dahata gel zêde nabe.

K24 - Enqere

Lijneya Amaran a Tirkiyê di meha Çile de  li ser asta birçîbunê û feqîriyê lekolînek kir û rapora xwe ragihand. Li gor lekolînê malbateke ku ji 4 kesan pêk tê, asta birçîbûna wan 450 dolar û asta feqîriyê jî 1.478 dolar e.

Li gor encama lekolînê roj bi roj li Tirkiyê birçîbûn û feqîrî zêde dibe. Bûhaya fêkî û şînahî û goşt gelekî zêde dibe, lê belê dahata gel zêde nabe. Kêmtirîn destheq serê vê hefteyê zêde bû. Lê belê giranbûneke kêm hat ser. Ji ber ku giranbûna li ser xwarinê û ya li ser kêmtrîn destheqê di heman rajeyê de zêde nabe rê li ber kêşeya aborî ya mezin vedike.

Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîqeya Karkerên Şoreşger (DİSK) Cafer Konca hikûmeta AKPê rexne kir û got: “Hikûmet ji bo xwe li ber çavê gel şêrîn bike ji aliyê aborî ve hinek guherînên ji rêzê pêk tîne. Lê belê ev kiryar kiryareke antî-demokratîk e û rewşa gel bi van gavan baştir nabe. Ji berê hê xerabtir dibe.”

Malbeteke ku ji 4 kesan pêk tê, ji bo jiyaneke mirovane bijîn, hewceye mûçeyê wan bibe 1.352 dolar. Ne bi vê mûçeyê be mirov nikara jiyaneke rê û pêk û tendûristî bijî. Herwiha gel jî di warê bûhabun û dahat de xwedî gilî û gazinc in.

Welatiyek jî wiha dibêje: "Em edî nikarin xwarinê bikirin. Ji ber ku hemû tişt bûha bûye. Me berê dikaribû bi rihetî goşt bikirin, lê em tenê di cejna qurbanê de goşt dixwin. Mûçeyê me zêde bû lê belê ligel vê yekê faturayên me jî zêde bûn."

Aborînasên rayedar ên Tirkiyê her tim dibejin ku aboriya Tirkiyê gelek baş e. Lê belê ev lekolîna hatiye kirin dide xuya kirin ku rewşa aborî ya Tirkiyê ne baş e ger wiha jî berdewam bike wê hal û wektê gel xiraptir û kambaxtir bibe.

Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîqeya Karkerên Şoreşger (DİSK) Cafer Konca