Li Tirkiyê karker di rewşeke xirab de dijîn

Li Tirkiyê karker di rewşeke gelekî dijwar de dixebitin û li ser vê yekê pereyên ku berdêla karên xwe werdigirin gelekî kêm e.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê karker di rewşeke gelekî dijwar de dixebitin û li ser vê yekê pereyên ku berdêla karên xwe werdigirin gelekî kêm e. Herwiha bo duristkirina rewşa aborî ya karkeran her sal asta kêmtirîn destheq ji aliyê hikûmetê ve tê diyarkirin. Îsal jî hikûmetê ew soz da ku kêmtirîn destheq bike hezar û 300 lîre. Lê belê hikûmet li pişt vê soza xwe nesekinî û ev yek ji aliyê karkeran ve bû cihê nerazîbûnê.

Li Tirkiyê gelek kêşeyên civakî hene. Yek ji girîngtirîn ji van kêşeyan jî şert û mercên kar û xebatê ye. Digel şertên dijwar, karker berdêla keda xwe wernagirin û bi ser de buhabûn jî wan ji jiyanê bêzar dike.

Karkerên ku ji sibehê heta êvarî bi kêmtirîn destheq dixwebitin bi gilî û gazinc in û dibêjin dewlet ji aliyekî ve destheqan zêde dike lê belê ji aliyê din ve jî bi buhakirinê wan pereyên dikeve bêrîka wan, ji wan distîne.

Karkerê bi navê Hasan Çelebi wiha dibêje: "300î zêde dikin, 500' ji me distînin.  Elektrîk, gaz, av, bac û sigorta, her tişt li ser me hat girankirin. Beriya kêmtirîn destheq were zêdekirin, rewşa me baştir bû. Tenê me dixapînin."

Hikûmetê beriya hilbijartinan soz dabû karkeran ku kêmtirîn destheq bike hezar û 300 lîre. Hikûmetê bi fenbazî ev soza xwe anî cih. Ji ber ku beşeke baca li ser karkeran dihate vegerandin jî tevlî kêmtirîn destheqê hate kirin ku bibe hezar û 300 lîreyên Tirk. Lê belê sendîkayên ku mafên karkeran diparêz in ev fen û fûta hikûmetê derxistin holê.

Bi vê yekê karker careke dî xeyalşikestî bûn û nerazîbûna xwe nîşanî rayedaran dan. Mehmet Şîmşekê karker jî wiha dibêje: "Bi rastî kêmtirîn destheq bibe hezar û 300 lîre jî têra karkeran nake. Lê belê ev yek jî nehatiye kirin û bi ser de buhayê her tiştî girantir bû. Kêmtirîn destheq têra tu kesî nake ku jiyana xwe berdewam bike. Divê ji destheqan bac neyê stendin."

Li Tirkiyê nêzîka 5 mîlyon karker ango ji sedî 43ê karkeran bi kêmtirîn destheq dixebitin. Ev rêje li Emerîkayê ji sedî 4.7, li Brîtanyayê ji sedî 3,8, li Yunanîstanê ji sedî 2 û li Ispanyayê ji sedî 0,2 ye. Li Tirkiyê kêmtirîn destheq hezar û 300 lîreyên Tirk ango 433 dolar e û ev yek li dewletên Ewropî nêzîka hezar û 300 dolar e.