"Polîtîkayên hikûmeta Tirkiyê jîngehê pîs dikin"

Li Tirkiyê ji ber polîtîkayên xerab ên Wezareta Sirûştî jîngeh pîs dibe û eger wiha berdewam bike, wê zerareke mezin bigihîne tendirustiya welatiyan.

K24 – Enqere

Sendîqayên TMMOB, TBO û Koma Toraks a Tirkiyê li ser rewşa jîngeh û hewaya Tirkiyê lêkolinek weşandin. Li gor raporê li Tirkiyê ji ber polîtîkayên xerab ên Wezareta Sirûştî jîngeh pîs dibe û eger wiha berdewam bike, wê zerareke mezin  bigihîne tendirustiya welatiyan.

Wezareta Sirûştî li gorî reziknameya Rêveberî û Nirxandina Qalîteya Jîngehê tevnagere. Ji aliyê din vê dewlet bê pere komirê belav dike û ev yek jî bikaranîna komirê zêde dike. Ev komira ku tê belav kirin,  bê qalîte ye û jîngehê gelekî pîs dike. Ji bilî vê, pîşesazî û xebatên şaredariyê jî li ser qirêjiya jîngehê xwedî rolake mezinin.

Serokê Odeyaa Endezyar ya Kîmyayê Erkin Etike da zaînin ku di sala 2015an de sînora qirêjiya jîngehê 344 caran hatiye derbaskirin: "Maddeyeke tenê bi navê PM10 heye û ew madde ji metalên zîbeq, risas û kadyumê pêk tê û gelekî bi jahr in. Ve yekê rê vekir ku di meha Kanûnê de 122 caran ji sînorê xwe bibihûre. Herwiha ev madde li pêşberî tendirustiya mirov metirsiyeke mezin e."

PM10 kezep û pergela bêhnê xera dike û eger ew madde zêde were bêhnkirin rê li ber nexweşiya dil û şerpençeyê vedike.

Serokê Odeya Pizîşkan ya Enqerê Prof. Dr. Çetin Atasoy bal kişande ser tendirustiyê û wiha axifî: "Ji ber hewaya qirêj divê nexweşên dil û kezebê dernekevin derve. Ev hewa temenê wan nexweşan kurttir dike. Mixabin herî zêde jî tendirustiya zarok û kesên bi temen di metirsiyê de ye."

Li gorî lêkolinê li seranserê cihanê di sala 2015an de ji ber hewaya qirej 8 milyon kesan canê xwe ji dest daye û  Tirkiye li cîhanê di asta hewaya qirej de 7min e. Divê Tirkiye di zûtirîn dem de tedbîra xwe werbigire. Loma metirsiyeke mezin a hewaya qirêj li ber deriyê Tirkiyê ye.

Serokê Odeya Pizîşkan ya Enqerê Prof. Dr. Çetin Atasoy