Şêx Meqsûd careke din tê topbarankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên îslamî yên radîkal taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin û ziyanên mezin jî gihiştin wê taxê.
Peyamnêrê K24ê ragihand ku, şeva borî Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şam, bi Hawenan êrîşî taxa Şêx Meqsûd, di encamê de jî 3 welatiyên Kurd bi giranî birîndar bûn û ziyanên mezin gihiştin avahiyên sivîlan.
YPGê û Odeya Fetih Heleb derbarê şerê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê çendîn car rêkeftinan îmze kirine, lê her car ew rêkeftin tên binpêkirin.