Di nav şandeya opozîsyona Sûriyê de 2 Kurdan cih girt

Navên endamên şandeya opozîsyona Sûriyê ya ku dê li Cinêvê ligel rêjîmê bicive eşkere bûn, du kesên Kurd jî di nava wê şandê de cih girtine.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Navên endamên şandeya opozîsyona Sûriyê ya ku dê li Cinêvê ligel rêjîmê bicive eşkere bûn, du kesên Kurd jî di nava wê şandê de cih girtine.

Endamê şandeya danûstandinan a opozîsyona Sûriyê, Fûad Elîko îro ji K 24ê re ragihand ku, dê ew ligel Mistefa Oso nûneratiya Kurdan di şandeya danûstandinan de bikin.

Şandeya danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê di kongreya Riyadê de hatiye damezrandin, hejmara endamên wê jî 29 kes in.

Elîko got jî ku: “Biryar e, sibe 11 mehê, ew tevlî korsekê derbarê çawaniya danûstandinê de bibin, di 25 vê mehê de jî li Cinêvê dest bi goftûgoyan ligel rêjîmê bikin.”

Derbarê pirsa Kurd de, Elîko aşkere kir, ku heger her du şand di qonaxa yekem ya danûstandinan de, ku 2 meh in, gihêştin rêkeftinekê, komîteyên taybet dê bên damezrandin, di nava wan de komîteyeke taybet bo pirsa Kurd li Sûriyê be.

Elîko diyar kir jî, ku projeya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civînên Cinêvê de, dê cibicîkirina mafê Kurd di Sûriyeyeke federal de be.