Kurdistan û Hollanda tekez li ser jinavbirina terorê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi qonaxa piştî DAIŞê dike.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Hollandayê amaje bi qehremaniya Pêşmergeyan dike, amadebûna xwe jî bo berdewamîdan bi şandina alîkariyên mirovî û leşkerî dupat kir, Herêma Kurdistanê jî pêşwaziya li vê pêngavê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher, Wezîra Berevaniyê Jeanine Hennis û Serokerkanê Hollandayê Tom Middendorp kir.

Di civînê de şandeya mêvan amaje bi rol û qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de kir, sersaxî jî ji malbatên şehîdan re xwest.

Cîgirê Serokwezîrê Hollandayê, Lodwijik Asscher tekez li ser piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir, spasiya Barzanî û gelê Kurdistanê jî kir li ser pêşwazîkirina hejmarek zêde ji penaber û derbideran.

Di beramber de Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî spasiya gel û hikûmeta Hollandayê kir li ser piştgiriya kurdistanê û Pêşmergeyan.

Barzanî tekez kir jî ku, divê kar ji bo qonaxa piştî DAIŞê bê kirin, bi taybetî divê rêkeftinek hebe ku mafê hemû pêkhateyan piştî rizgarkirina Mûsilê garantî bike.

Bi cuda jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şamdiya payebilind a hikûmeta Hollandayê kir.

Cîgirê Serokwezîrê Hollandayê, Lodwijik Asscher di civînê de kêfxweşiya xwe bi, proseya çaksaziyê ya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dest pê kirin, anî ziman û tekez li ser serkeftina Kurdistanê di parastina hemû pêkhate û neteweyên cuda ji terorê kir.

Navborî diyar kir jî ku, hikûmeta Hollandayê amade ye berdewamiyê bo şandina alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê bide.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya hikûmeta Hollandayê li ser şandina alîkariyan kir, tekez kir jî ku hikûmetê niha dest bi qonaxa çaksaziyê kiriy, ji bo çareserkirina krîzên li Herêma Kurdistanê.

Di her du civînan de jî, tekez li ser jinavbirina terorê li Iraq û Sûriyê hat kirin.

Doh êvarê şanda hikûmeta Holandayê gehiştibû Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurd ve hat pêşwazîkirin.

Kurdistan û Hollanda tekez li ser jinavbirina terorê dikin
Kurdistan û Hollanda tekez li ser jinavbirina terorê dikin
Kurdistan û Hollanda tekez li ser jinavbirina terorê dikin
Kurdistan û Hollanda tekez li ser jinavbirina terorê dikin