Cebar Yawer: Çekên di destê Pêşmergeyan de kêm in

Cebar Yawer da zanîn ku heta niha ew çek, teqemenî û alîkariya leşkerî ku digihe Pêşmergeyan bi rêya Bexdayê digihe Herêma Kurdistanê û tenê du barên alîkariya leşkerî rasterast gehiştine Kurdistanê.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Sekreterê Giştî yê Wezaretab Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer, derbarê hatina şanda Hollanda û wezîrên berevaniyê yên welatên endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de bo Herêma Kurdistanê got: "Ew welatên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de ye û wek endamekî aktîf ê wê hevpeymaniyê berê xwe didin Kurdan."

Cebar Yawer, serdana şandên biyanî jî bi wê yekê ve girêda ku hinek ji wan welatan bi rêya şêwirmendên leşkerî Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde dikin û di ware îstîxbaratê de jî ligel Hêzên Pêşmerge di peywendiyê de ne.

Yawer wiha axifî: "Me wek Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ji hemû welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî re gotiye ku ew çek û teqemeniyên di destê Hêzên Pêşmerge de ne têr nakin û me daxwaza çekên zêdetir kiriye."

Cebar Yawer da zanîn ku heta niha ew çek, teqemenî û alîkariya leşkerî ku digihe Pêşmergeyan bi rêya Bexdayê digihe Herêma Kurdistanê û tenê du barên alîkariya leşkerî rasterast gehiştine Kurdistanê.

Derbarê kirîna mûşek û çekên nû ji aliyê Iraqê ve û diyarkirina beşa Herêma Kurdistanê, Yawer got: "Heta niha ti çek û teqemenî ji Herêma Kurdistanê re nehatiye û li Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî ti budceyek bo vêna nehatiye veqetandin."