Rojnamevan daxwaza azadiya çapemeniyê dikin

Gelek sazî û dezgehên rojnamevanî li Stenbolê bi mebesta "roja rojnamevanên dixebitin" hatin ba hev û qala pirsgirêkên rojnamevanan kirin.

K24 - Stenbol

Gelek sazî û dezgehên rojnamevanî li Stenbolê bi mebesta "roja rojnamevanên dixebitin" hatin ba hev û qala pirsgirêkên rojnamevanan kirin. Di çalakiyê de banga azadiya çapemeniyê hat kirin.

Sendîkaya rojnamevanan a Tirkiye, Sendîkaya Çapemeniya Kar û DÎSK, di "roja rojnamevanên li ser kar ya 10ê Çileyê" de ligel gelek rojnamevan û parlamenteran ji Tunelê heta meydana Galatasarayê meşiyan û li ser rewşa rojnamevanan daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rojnamevan di bin şert û mercên xirab de kar dikin wiha hat gotin: "7 hezar rojnamevan betal in. Ji ber kuştina rojnamevanan a ku berî niha di mehê çileyê de qewimiyê ev roj ne wek rojeke cejnê ye. Tu ewlehî û temînata paşeroja rojnamevanan nîn e. Sansur û gefa li ser xebatkarên medyayê hê berdewam e divê bi dawî bibe."