Asayîşa Rimêlan dixwaze welatî helwêsta xwe diyar bikin

Bajarokê Rimîlan wek navendeke petrolê tê naskirin û bi hezaran karmendên Kurd, Ereb û Xirstyan lê kar dikin, herwiha ew navend ji aliyê Wezareta Petrolê ya Sûriyê birêve diçe û li gor rêkeftineka ligel rejîma Sûriyê PYD parastina wan kêlgehên petrolê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Asayîşa Bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, nişteciyên wî bajarokî agehdar kirin ku nav û helwêsta xwe li komînên ser bi Rêveberiya Xweser tomar bikin.

Welatiyên bajarokê Rimêlan ku wek navendeke petrolê tê naskirin, ragihandin ku asayîşa wî bajarokî ew egehdar kirine, biçin komînan û nav û alîgiriya xwe ya siyasî li gel wêneyekî tomar bikin.

Welatiyan dan zanîn ku metrsiyeke mezin li cem wan kesên ku ne alîgirê Rêveberiya Xweser in û eger heye ev kiryar bibe sedema ku ji karê xwe werin dûrxistin.

Bajarokê Rimêlan wek navendeke petrolê tê naskirin û bi hezaran karmendên Kurd, Ereb û Xirstyan lê kar dikin, herwiha ew navend ji aliyê Wezareta Petrolê ya Sûriyê birêve diçe û li gor rêkeftineka ligel rejîma Sûriyê PYD parastina wan kêlgehên petrolê dike.

Komîn komîteyên gelêrî ne ku ji aliyê PYDê ve li hemû naçeyên Kantona Cizîrê hatine pêkanîn.