Barzanî: Kurdistan dê nebe beşek ji milmilaneyan

Serokê Herêma Kurdistanê li Pîrmamê pêşwazî li şandeyek Komara Çîk kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî tekez kir ku, Kurdistan tu carî nabe beşek ji milmilaneyên mezhebî yên li navçeyê.

Barzanî ew daxuyaniya nû di dema pêşwazîkirina şandeyeke Çîkî bi serokatiya cîgirê wezîrê bergirî yê wî welatî, Jakub Landovesky de, ku îro li Pîrmamê birêve çûbû.

Serokê şandeya Çîkî, Jakub Landovesky pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Barzanî kir.

Herwiha Jakub Landovesky tekez kir ku, dê welatî wî li ser pêşkeşkirina alîkariyên leşkrî bo Hêzên Pêşmerge û perwerdekirina wan jî, berdewam be.

Di beramber de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî spasiya gel û hikûmeta Komara Çîk kir, li ser alîkarî û piştgiriya ku dide Herêma Kurdistanê.

Barzanî di berdewamiya axeftina xwe de ragihand ku, Herêma Kurdistana xwedan ferhenga pêkvejiyan û lêborînê ye û tu carî nabe beşek ji milmilaneyên mezhebî yên li navçeyê.