Li Kurdistanê xwepêşandanên li dijî şer berdewam in
K24 - Diyarbekir
Ji bo şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê rawestin, ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hewla ku biçin û piştgirî bidin navçeyên qedexe lê didomin, meş û xwepêşandan tên kirin.
Ji Stembol, Semsûr û Mereşê jî bi sedan kes xwestin di ser bajarê Sêrtê re ber bi Şîrnexê ve biçin lê li Sêrtê parêzgariyê destûr neda. Xwepêşandar jî dê di rêyên din de hewla xwe bidomînin.