Li Cizîrê 30 barhilgir bûn xwelî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Cizîrê di parka kamyonan de bi top, roket û guleyên tifingan agir derket û herî kêm 30 kamyon û barhilgir şewitîn.
Li Cizîra Botan, qedexeya derketina derve didome û operasyon û pevçûn bi hemû tundiyê berdewam in. Duh êvarê gelek top, roket û gule li parka barhilgiran ketin û di encam de 30 barhilgir bi temamî şewitîn.
Hat ragihandin ku ji ber qedexeya derketina derve û pevçûnan hêzên agirkujiyê bo vemirandina agir tu tişt nekirine û otomobîl bi teqînên mezin şewitîn û bûn xwelî.