Dergehê sînorî Murşîd Pinar tê vekirin

Deriyê sînorî yê Murşîd Pinarê yê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê bi bi awayekî fermî ji aliyê cendirmeyan ve hate vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Deriyê sînorî yê Mirşid Pinarê yê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê bi bi awayekî fermî ji aliyê cendirmeyan ve hate vekirin.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê, ku deriyê sînorî Murşîd Pinar ya di navber bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hate vekirin, herwiha li gor ku Rêveberiya dergehê ragehandiye ku ji hefteyê roja Duşem û Çarşemê dergeh li pêş penaberên ku li Tirkiyên dikarin vegerin û di sînor re derbasî Kobanê bibin.

Herwiha li gor peyamnêrê K24ê, ku dergeh ji bo vegerê aliyê Kobanê vekiriye. Ji bo çûna Tirkiyê ya Bakurê Kurdistanê jî tenê jib o rewşên mirovî ve dergeh tê vekir   

Dergehê Mirşid Pinarê ji destpêka krîza Sûriyê de girtî ye, gelek caran jî welatiyên Kurd ji bo derbasbûna aliyê Bakurê Kurdistanê, ji aliyê cendirmeyên Tirk rastî gulebaran û Îşkenceyê tên.