PDK û YNK li Hewlêrê dicivin

Civîna Şanda Danûstandkar ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Hewlêrê dest pê kir. Endamekî PDKê jî radigehîne ku heya niha jî ti pêşniyarekî YNKê nehatiye ragehandin.

K24 – Hewlêr

Endamê Serkirdeyê PDKê Dilşad Şeban ji K24ê re got, “ku îro ligel şanda Danûstandkar ya YNKê dicivin, lê heya niha ti pêşniyarek ji aliyê YNKê nehatiye diyarkirin, di encama civînê de, dê guftûgo li ser pêşniyar û nêrînên YNKê were kirin.”  

Civîna îro ya şanda PDK û YNKê, bo guftûgokirina rewş û çareserkirina pirsgirêkên navxwe ya Herêma Kurdistanê birêve diçe, lê ti amaje bi naveroka wê civînê nehat kirin.