Di gotara salane ya Obama de çi tê pêşbînîkirin

Serokê Amerîkayê Barak Obama roja sêşembê gotara xwe ya heftem û dawî li hember kongrêsa Amerîkî pêşkêş dike, koşka spî jî pêşbînî dike ku ev gotar cuda be, ji ber ku dê nerînek fireh ji pêşeroja welatê re bixe rû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barak Obama roja sêşembê gotara xwe ya heftem û dawî li hember kongrêsa Amerîkî pêşkêş dike, koşka spî jî pêşbînî dike ku ev gotar cuda be, ji ber ku dê nerînek fireh ji pêşeroja welatê re bixe rû.

Obama berya demekê gotibû: “Di gotara salane de, ezê bal bikşînim ne tenê pêşketina berçav ya ku em gehiştinê de, ezê bal bikşînim pêwîstiyên me hemûyan ji bo salên dahatî, tiştên mezin yên dê welatekî bihêz û baştir ji bo zarokên me garantî bike.”

Tê pêşbînî kirin ku obama di sala hukmê xwe ya dawî de ku di kanûna duyem 2017 temam dibe, bal bikşîne yasayên qanûnî ku nakokî bi komariyan re li ser wan hene, herwiha dê hewil bide ku girtîgeha Guantanamo jî bigire.

Şirovekarên siyasî dibînin ku piştî germiya rewşê li Rojhilata Navîn, û hebûna rêxistina DAIŞê, mijarên ewlehiya neteweyî û siyaseta derve cihekî mezin di vê gotarê de bigrin.

Şirovekarê siyasî Matthew Dallek di vê derbarê de dibêje: “Ez dibînim ku gotar dê bal bikşîne siyaseta derve ya welêt, ewlehiya neteweyî û terorê, ji ber ku ev bûne parçek ji kampînên serokatiyê û pirsgirêkeke mezin li Amerîkayê.

Tê amajekirin ku obama, di dema hukmdariya xwe de, karî li ser astê leşkerî hijmara leşkerên Amerîkyê li Efxanstanê kêm bike ji 90 hezarî di sala 2011 de ta tenê 10 hezaran.

Di warê aborî de jî, Obama karî rewşa welatê ya aborî baştir bike, buhayê petrolê kêm bû û rêjeya bêkariyê ji 10% daxe 5%.