Li Tirkiyê 68 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiyê piştî teqîna Sultan Ahmedê ya Stanbolê, di operasyonek li dijî DAÎŞê de 68 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê piştî teqîna Sultan Ahmedê ya Stanbolê, di operasyonek li dijî DAÎŞê de 68 kes hatin binçavkirin.

Îro danê sibê li bajarê Îzmîrê hêzên ewlekariyê li hemberî DAÎŞê operasyon pêk anîn û 6 kesan binçav kirin. Li bajarê Rihayê jî polîsan li 22 navnîşanên cuda bi ser malan de girtin û 21 kesan binçav kirin. Li bajarên wekî Entalya, Mêrsîn Edene, û Kîlîsê jî bi giştî 32 kes bi tuhmetên endamên DAÎŞê ne hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku binçavkiriyên li Entalyayê welatiyên Rûsî ne.

Duh li bajarê Stenbolê li qada Sultan Ahmedê teqînek rûdabû û di encamê de 11 kes canê xwe ji dest dabûn 15 kes jî birîndar bûbû. Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu eşkere kir ku teqîna li Sultan Ahmedê ji aliyê DAÎŞê ve hatiye kirin.