Rifayî Hemo: Kurdên Sûriyê di rewşeke xirab de dijîn

Hemo da zanîn ku gelê Sûriyê, taybet Kurdên Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xirab de dijîn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Zanayê Kurd Rifayî Hemo yê Serokê Amerîkayê Barak Obama vexwendî civîna Kongresê ragehand ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji rewşeke xirab de dijîn.

Derbarê mijarê de zanayê Kurd Rifayî Hemo di hevpeyvîneke xwe de li gel kenala El-hura ya Amerîkî daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Ez şanaz im ku beşdarî civîna Kongresê bûn, hêvîdar im ku her kes hest bi êşa gelê Sûriyê bike."

Hemo da zanîn ku gelê Sûriyê, taybet Kurdên Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xirab de dijîn.

Zanayê Kurd Rifayî Hemo ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 2013an de û piştî ku jin û keça wî û heft kes ji malbata wî di êrîşekî rejîma Sûriyê de hatin kuştin, koçberî Tirkiyê kir, piştî demekê mafê penaberyê li gel her çar zarokên xwe bo Amerîkayê wergirt.