Barzanî hefteya bê ligel hemû aliyên siyasî dicive

“Armanca civînê çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê ye û jiyan û rewşa niha ya welatiyên Kurdistanê jî mijareke girîng a wê civînê dibe.”

K24 – Hewlêr

Biryar e hefteya bê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive.

Di vê derbarê de çavkaniyeke berpirs ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re got: “Hefteya pêşiya me Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicive.”

Heman çavkaniyê diyar kir ku ev civîn li ser bingeha peyama Serok Barzanî ya serê salê tê kirin û wiha axifî: “Armanca civînê çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê ye û jiyan û rewşa niha ya welatiyên Kurdistanê jî mijareke girîng a wê civînê dibe.”

Çavkaniya ji Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Tevgera Goran jî bo civînê tê vexwendin û axaftina xwe wiha qedand: “Mebesta vexwendina Tevgera Goran dawîanîna pirsgirêkên navbera PDK û Tevgera Goran û hemû kêşeyên din e.”