Li Bakurê Kurdistanê zarok ligel miriyên xwe radizin

Saziyên civakî, akademîsyen, hûnermend û parlamenteran li hemberî Wezareta Tendûristiyê ya Tirkiyê ji bo zarokên li Bakurê Kurdistanê ku tên kuştin çalakiyek kirin.

K24 - Diyarbekir

Saziyên civakî, akademîsyen, hûnermend û parlamenteran li hemberî Wezareta Tendûristiyê ya Tirkiyê ji bo zarokên li Bakurê Kurdistanê ku tên kuştin çalakiyek kirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku divê bi awayekî lezgîn ev alozî bê rawestandin û di heman demê de aştî pêk were.

Li Bakure Kurdistanê ji 7 Heziranê heta niha rewşa aloz û qedexeya derketina derve berdewam e. Li gel 7 bajar û 19 navçeyan 59 roj in qedexeya derketina derve bênavber dom dike. Di encama şer û pevçûnan de bi taybetî jî bi çeken hêzên ewlekariyê 58 zarok hatine kuştin. Xwepêşanderan diyar kir ku ew ditirsin ev şer zêdetir bibe û herwiha li ser jiyana zarokan bandoreke nebaş bihêle.

Komaleya Mafên Mirovan ji bo sekinandina şer û pêkanîna aştiyê bang li rayedarên dewletê kir. Berpirsyara Komeleya Mafên Zarokan Derûnnas Prof. Dr. Fîgen Pasli bal kişand ser rewşa zarokan û got: "Zarok dibin şahidê mirina dê û bavê xwe, malbat û hevalên xwe. Ev zarok neçar mane ku bi miriyê xwe re bijîn."

Li herêmê jiyan sekiniye û mafê jiyan, perwerde û tendirûstiyê ji destê zarokan hatiye standin. Zarok dibin şahidê şer û tundiyê û tên îstîsmar kirin û piştguh kirin . Dewlet jî erkên xwe bi cih nayîne û li gorî mafê zarokan tevnagere û wan naparêze.

Parlamentera HDPê ya Bedlîsê Mîzgîn Irgat jî da zanîn ku divê hikûmet li gor mafên zarokan tevbigere û wiha axifî: "Qedexeyên bo derketina derve di zûtirin dem de divê bên rakirin. Maxdurên herî mezin jin û zarok in. Ew jî ji ber vê yekê nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin."

Xwepêşanderan da zanîn ku divê qedexeya derketina derve bê rakirin û pêwist e dewlet li gorî Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyên Yekbuyî tevbigere û wekî berê gotûbêjkirinê li ser azadî, aştî û demokrasiyê destpê bikin. Herwiha bo saziyên civakî jî banga parastina zarok û ciwanan hat kirin.