Blair: Hêza Pêşmerge hêzeke efsane ye

Di heman demê de Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair tekez kiriye ku dive civaka navnetewî alîkariyên zêdetir ji Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re bişîne.

 

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair di hevdîdineke de ligel Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê Karwan Cemal li ser gelek mijarên derbarê Kurdistanê de axifîn.

Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal li ser malpera xwe ya facebookê wiha nivîsiye: "Em bi awayekî berfireh li ser rewşa Herêma Kurdistanê û şanoyên siyasî yên li herêmê bi giştî axifîn, herwaha rûbirûbûna Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê DAİŞê de û serkeftinên ku hatine bidestxistin jî hatin gotûbêjkirin."

Karwan Cemal wiha dibêje: "Tony Blair kar û hewlên ku tên dayîn ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nirxand û got ku ev şerê li dijî DAİŞê ne şerê we tenê ye lê şerê meye jî. Hêza Pêşmerge hêzeke efsane ye û wan silav dikim."

Di heman demê de Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair tekez kiriye ku dive civaka navnetewî alîkariyên zêdetir ji Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re bişîne.