Erdogan: Operasyon dê heta serkeftinê berdewam bin

Serokomarê Tirkiyeyê dibêje operasyonên li Bakurê Kurdistanê dê heta ku encameke tekez bê standin bidome.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokomarê Tirkiyeyê dibêje operasyonên li Bakurê Kurdistanê dê heta ku encameke tekez bê standin bidome.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, teqîna îro ya li ber avahiya Rêveberiya Ewlekariyê ya Çinarê rûdabû bi zimanekî tûnd şermezar kir û da zanîn ku heta ew bigihijin serkeftinê dê operasyon berdewam bin.  

Erdogan rexne li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û CHPê jî girt û diyar kir ku HDP ne nûnerê kurdan e berevajî vê yekê xisarê dide mafê kurdan. 

Herwiha Erdogan derbarê akademîsyenên ku ji bo rawestandina şer û operasyonan îmze komkiribûn û got “Ew alîgîriya terorê dikin û di nav îxanetê de ne. Divê saziyên fermî yên berpirs li dijî wan akademîsyenan kirarên yasayî bidin destpêkirin.”