"Gelek welatan sîxurên xwe xistine nav DAIŞê"

Li gor stratejîst û pisporên ewlekariyê gelek welat endamên xwe yên saloxgerî û sîxuriyê di nav DAIŞê de bicîh kirine û êrîşên xwe jî bi DAIŞ'ê didin kirin.

K24 - Stenbol

DAIŞê li Tirkiyê êrîşa xwe ya dawî li Stenbolê li Meydana Sultanahmetê pêk anî û 10 welatiyên Alman canê xwe ji dest dan. Li gor stratejîst û pisporên ewlekariyê gelek welat endamên xwe yên saloxgerî û sîxuriyê di nav DAIŞê de bicîh kirine û êrîşên xwe jî bi DAIŞ'ê didin kirin.

DAIŞ cara yekem li Stenbolê êrîşeke navneteweyî kir. Piştî bûyerê, li gelek bajarên Tirkiyê operasyon hatin kirin û zêdeyî 50 endamên DAIŞê hatin girtin. Li dijî sivîlan êrîşên DAIŞê ne tenê li welatekî li gelek welatan her ku diçe zêdetir dibin. Êrîşkarê Sultanahmetê jî wek penaber xwe nîşan dabû û bi vî awayî ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûye.

Akademîsyenê zanistên têkiliyên navneteweyî Talha Kose diyar kir ku DAIŞ bo hemû cihanê bûye metirsiyeke mezin û gefeke kûrewî ye: "Li Tirkiyê nêzîka 2 milyon û nîv penaberên Sûriyeyî hene. Dibe ku di nav wan de gelek endamên DAIŞê  hebin û eşkerekirina wan hinekî zehmet e. DAIŞ rêxistineke kozmopolît e û gelek welatan endamên xwe yên saloxgeriyê di nav wê de bicih kirine. Niha welatên ku li dijî DAIŞê şer dikin endamên wan welatan di nav DAIŞê de ne."

Almanya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê balafirên şer şandibûn baregeha leşkerî ya Încîrlîka Edeneyê. Herwiha Pêşmergeyên ku li dijî DAIŞê şer dikin perwerde kiribû. Di êrîşa li Sultanahmetê de jî kuştina welatiyên Alman bi zanetî hat kirin yan na?

Stratejîst Enes Bayrakli ku li zanîngeha Tirk û Alman dixebite got: Di vir de gef li Almanya û Tirkiye hatine xwarin û wiha axifî: "DAIŞ berî niha hewl dabû ku li Almanyayê êrîşê pêk bîne lê biser neket. Gelek caran bi agahdarkirina saloxgerên Tirkiyê êrîşên DAIŞê yên li Almanyayê hatin astengkirin. DAIŞ bi êrîşekê gelek amancên xwe yên wek olî, siyasî û aborî pêk tîne. Têkiliyên Almanya û Tirkiyê yên li dijî DAIŞê yek sedema vê êrîşê ye."

Êrîşkarê DAIŞê bombeya li ser xwe li cihê geşt û gerê ya Sultanahmetê teqand. 10 welatiyên Alman ên ku li meydanê ji xwe re digeriyan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Stratejîst Enes Bayrakli