John Kirby: Em dê heta dawî alîkariya YPGê bikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku ew dê heta dawiyê piştevaniya Yekineyên Parastina Gel (YPG) bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku ew dê heta dawiyê piştevaniya Yekineyên Parastina Gel (YPG) bikin.

Di civîna çapemeniyê ya rojane ya Wezareta Derva ya Emerîkayê de rojnamevanekî ji Kirby pirsa endamên PKKê ku di nav YPGê de cih girtine kir. Lê Kirby nexwest bersiva wî rojnamevanî bide û da zanîn ku nasnameya hemû YPGyiyan li ba wî nîne. Lê di nav YPG û hêzên kurdî de şervanên xurt hene ku li dijî DAÎŞê têkoşîneka mezin didin. Ji ber vê yekê  ew dê her tim alîkariya têkoşîna wan bikin.

John Kirby, êrîşa li dijî avahiya Rêveberiya Ewlekariyê ya Navçeya Çinarê ku di encam de polîsek û 6 welatiyan canê xwe ji dest dabûn, şermezar kir û got ku ew her tim piştîvanên gelên Tirkiyê ne.