Erdogan: DAIŞê heta niha li Tirkiyê 10 êrîş kirine

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê çû serdana Meydana Sultanahmetê ya ku êrîşa xwekujiyê lê hatibû kirin. Erdogan got: "DAIŞê heta niha li Tirkiyê 10 êrîş pêk kirine."

K24 - Stenbol

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê çû serdana Meydana Sultanahmetê ya ku êrîşa xwekujiyê lê hatibû kirin. Erdogan got: "DAIŞê heta niha li Tirkiyê 10 êrîş pêk kirine."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ji bo nimêja Înê doh hatin mizgefta Sultanahmetê. Gormez li vêderê xutbeyeke taybet da. Piştî nimêjê Erdogan daxuyanî dan rojnamevanan.

Erdogan li ser êrîşa Meydana Sultanahmetê ragihand ku vê rêxistina tarorî cara yekem li Tirkiyê êrîş nekiriye lê heta niha 10 caran êrîş  li vî welatî kirine..

Erdogan qala operasyonên li Bakurê Kurdistanê jî kir û wiha pê de çû: "Em ji bo geşedanên li sînorên herêmê teqez rê nadin. Operasyonên ku em li başûrêrojhilat dikin operasyonên ne ji rêze ne. Herwiha li dijî geflêxwarinên welatên cîran jî operasyonên me berdewam in."

Akademîsyenên ku îmze avêtibûn danezana bo aştiyê û derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin ji Erdogan hat pirsîn. Erdogan li ser mijarê wiha axivî: "Ez careke din û bi taybet akademîsyenên ku danezanek amade kirine û îmze avêtine bo komkujiyan şermezar dikim. Evana mirovên tarî ne. Evan a zalîm in nemerd in. Kesên li parlamentoyê xebat nakin, kesên îmze avêtine danezana PKKê bila herin derkevin serê çiya."