Li Tirkiyê 3 milyon û 147 hezar kes betal in

Di nav 7 mehan de herî zêde di meha Cotmehê de bêkarî çêbûye û di vê mehê de hejmara betalan bi qasî 104 hezar kes zêde bûye.

K24 – Stenbol

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê rêjeya betaliyê ya meha Cotmehê eşkere kir. Di nav 7 mehan de herî zêde di meha Cotmehê de bêkarî çêbûye û di vê mehê de hejmara betalan bi qasî 104 hezar  kes zêde bûye.  

Li Tirkiyê, di meha Cotmehê de rêjeya betaliyê li gor berê bi qasî ji sedî 0,1 zêdetir bû û gihîşt  ji sedî 10,5an. Herwiha 3 milyon û 147 hezar kes bêkar in. Rêjeya betalên ciwan ên temenê wan di navbera 15 û 25 saliyê de ji sedî 0,4 bûye ji sedî 19,3.

Di Cotmeha sala 2015'an de hejmara kesên di karekî de hatine bicih kirin, li gor par 718 hezar kes lê zêde bûye û heta niha bi tevahî ev hejmar 26 milyon û 856 kes tê nîşankirin. Di heman heyamê de hejmara xebatkarên di warê çandiniyê de bi qasî 69 hezar kes, kesên ji xeynî sektora çanidniyê de dixebitin jî 649 kes zêdetir bûye.

Kesên heta niha dest bikar kirine ji sedî 20,4ê wan di çandiniyê de, ji sedî 20ê wan pîşesaziyê de, ji sedî 7,6ê wan avahîsazî, ji sedî 52ê wan jî li sektorên xizmetê yên din de hatine bicihkirin..

Rêjeya mêrên kar dikin ji sedî 71,9 û rêjeya jinên dixebitin jî ji sedî 31,8 e. Rêjeya kesên wek qaçax dixebitin û ne girêdayî saziyeke ewlekariya civakî ne ji sedî 1,4 kêm bûye û ev rêje bi tevahî niha wek ji sedî 33,6 tê nîşan kirin.