Êrîşên ser akademîsyenan berdewam in

Li Tirkiyê êrîşên ser akademîsyenên ku îmze avêtine bin “Danezana Aştiyê” berdewam in. Li hinekan gef tê xwarin, hinek jê ji kar tên durxistin, hinek jê jî tên binçavkirin.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê êrîşên ser akademîsyenên ku îmze avêtine bin “Danezana Aştiyê” berdewam in. Li hinekan gef tê xwarin, hinek jê ji kar tên durxistin, hinek jê jî tên binçavkirin. Li parlamentoyê hemberî van erîşan nerazîbûn hat nişandan.

Gengeşîya li ser mijara akademîsyanan bi dawî nabe. Parlamenterên partiyên opozîsyonê yên li parlamentoyê çewsandinên derbarê akademisyenan de bilêvkirin. Herwiha parlamenteran diyar kir ku ew kesên fikir û ramanên xwe tînin ziman û tên sucdarkirin ne bi hiquqê, demokrasîyê û ne jî bi prensîbên navneteweyî nikare bê ravekirin.

Di vê derbarê de Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mehmet Bekaroğlu got: "Ew akademisyenên ku lêpirsîna wan di çarçoveya xala 301emîn a “Qanûna Cezayê ya Tirkiyê” de hatiye nirxandin rê li ber rewşe zor kambax vedike. Mixabin gelek kes bûne maxdûrê xala 301emîn. Hûn bi dile xwe ne, dixwazin bikêşin kîjan aliyî bikêşin. Yek ji qûrbanê herî mezin yê xala 301emîn Hrant Dînk e."

Parlementerê CHPê yê Kocaeliyê Haydar Akar, Tahsin Tarhan û Fatma Kaplan Hurriyet li dijî girtina akademisyenên li bajarên xwe daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî helwesta Erdogan, tevgera dozgeran rê li ber metirsiyan vekiriye.

Fatma Kaplan wiha axifî: "Piştî daxuyaniya Erdogan, akademisyenên ku di çarçoveya derbirina ramanê de parastina azadiyê dikin, tên binçakirirn û ji kar tên derkirin hem ne hiqûqî ye hem jî nayê qebûl kirin."  

Parlamenteran da zanîn ku lêpirsîn û girtina akademisyenan sucekî mezin e, loma divê di zutirîn dem de bêne berdan.