Derya Spî bûye "Goristana Penaberan"

Li gor raporta Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di salên 2014-2015an de, 7 hezar û 50 penaberan di Derya Spî de canê xwe ji dest dane.

K24 – Enqere

Rêveberê Giştî ya Daîreya Koçberiyê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê penaberan de raporteke îstatîstîkî weşand. Di raportê de hat destnîşan kirin ku di salên 2014 û 15an de, 7 hezar û 50 penaberan di Derya Spî de canê xwe ji dest dane.

Li Tirkiyê 2,5 milyon penaberên ku ji Sûrî ne dijîn. Ji sedî 60î zêdetirê van penaberan naxwazin ku li Tirkiyê bijîn. Lo gor agahiya reporta Rêveberê Giştî ya Daîreya Koçberiyê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, penaberên ku xwe li avê dixin û dixwazin derbasî Ewropayê bibin gelek ji wan canê ji dest didin.

Ligel ku Ewropayê digel Tirkiyê peyman danî da ku penaber bi rêya derqanûnî dernekevin derveyî sînor jî, dawî li vê yekê nehat. Li gorî rapora ku hat weşandin di sala 2015an de 3 hezar û 771 kesan canê xwe ji dest dane û herwiha ev hejmar li gorî salên derbasbûyî zêdetir e.

Parezêrê Mafên Mirovan Salih Efe li ser vê mijarê bal kişande ser dûbendiya welatên Ewropayê û got: "Ewropa dîwarên xwe yên li pêşberî penaberan bi hêztir û bilinttir dike. Hatina penaberan a bo Ewropayê dixwazin rawestînin. Bi Tirkeyê peymana qebûlkirinê imze kirin. Armanca Ewropayê ew e ku ev penaber li Tirkiyê bimînin."

Bi awayekî giştî li Tirkiyê li 10 bajarên ku 25 kampên penaberan lê hene 2 milyon û 79 hezar û 574 kes dijîn. Gelek caran jî ji ber cih namîne gelek kes li derveyî kampan tên bicihkirin. Mixabin ji ber şer û mercên nebaş li gorî raportên navneteweyî li dora 20-25 hezar penaberan di sala 2014an de canê xwe ji dest dane.  

Li ser heman mijarê Serokê SESAyê Yûksel Yenî  wiha axifî: "Penaberên ku li vir in êdî angejeyî Tirkiyê bûne. Ji vir û pê de divê em van mirovan wekî parçeyekî xwe bibînin. Heger şer bi dawî were jî wê têkîliya wan ji Tirkiyê neyê birîn. Ez dikarim tişekî bi îdia bibêjim ku, bi navberkariya dostaniya van penaberan ku bi Tirkiyê re danîne, wê rê li ber koça ji Tirkiyê ya bo Sûriyê jî veke."

Ji ber ku penaber li Tirkiyê bimînin, yase tên çêkirin. Herî dawi jî niha li parlamentoya Tirkiyê, ji bo bicîhkirin Yaseya Parastina Navneteweyî ya Biyanîyan tê amade kirin.

Parezêrê Mafên Mirovan Salih Efe

Serokê SESAyê Yûksel Yenî