Li Stenbolê 11 kes hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê, li Stenbolê bi hinceta pakêtên wek bombe dixuye ku li rawestgehên metroyê danîne 11 kesên gumanbar desteser kirin.

K24 - Stenbol

Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê, li Stenbolê bi hinceta pakêtên wek bombe dixuye ku li rawestgehên metroyê danîne 11 kesên gumanbar desteser kirin.

Li dijî kesên ku şeva sersalê pakêtên mîna bombe dixuye amadekirine û danîne derûdora rawestgehên tramway û metroyê operasyon hatin kirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariyê yên Stenbolê li navçeyên Bahçelîevler, Beyoglu û Fatîhê li 21 navnîşanan bi beşdariya gelek polîsan operasyon birin ser gumanbaran. 3 jê jin 11 tohmetbar hatin girtin.

Dema operasyonan lêgerîneke berfireh hat kirin. Polîsan dest danîn ser belgeyên dijîtal û dokumenteran.

Tohmetbar bo tendirustiyê pêşî birin nexweşxaneyê paşê birin avahiya Ewlekariyê ya li ser kolana Vatanê. Hat ragihandin ku kesên hatine desteserkirin endamên Konfederasyona Ciwanên Demokratîk in.