“Rayedarên Kurd dixwazin 2016 sala serxwebûnê be”

Malbera el-Cezîre ya qeterî di beşa xwe ya Ingilîzî de raporek li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê belav kiriye.

K24- Navenda Nûçeyan

Malpera El-Cezîre ya Qeterî di raporekê der derbarê serxwebûna Kurdistanê de nivîsiye: “Di sala 2016an de rêberên Kurdan dixwazin dewleta serbixwe ava bikin.”

Di rapora bi navê “Will 2016 be the year Iraq's Kurds break free?” de û ji aliyê Michael Piizi hatiye nivîsadin, ku beşa Ingilîzî ya malpera el- Cezîre weşandiye wiha hatiye nivîsandin: “Di meha Hezîrana 2014an de gelek tişt li Iraqê hatin guhertin. DAİŞê karî gelek deverên sinorê Iraqê kontrol bike. Herî berçav jî Mûsil.”

Di raporê de behsa derbasbûna Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatiye kirin, Michael Piizi wiha dibêje: “Rêberên Kurd ên siyasî Hêzên Pêşmerge derbasî Kerkûkê kirin û deverên din ên Kurdistanî bûn cihekî bi ewle.’

Nivîskarê raporê amaje bi derbasbûna 100 salî bi ser peymana Sykes-Picot re kiriye û wiha berdewam dike: “Rayedarên Kurd dixwazin sala 2016an bikin sala dawîanîna li vê xiyaneta dîrokî ku li hember Kurdan hatiye kirin û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê ragihînin.”

Rapor wiha dewam dike: ‘Rast e serxwebûna Kurdistanê bi pirsgirêk e, lê rêberên siyasî yên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku dema herî lojîkî niha ye û bêgeha Kurdan bihêz e û şert û merc ji bo ragihandina dewleta Kurdî di dema xwe de ye.’

Herwiha Michael Piizi destnîşan kir ku serkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember DAİŞê rewşeke cuda afirandiye ku Kurd nêzîkê dewleta serbixwe bûne û wiha dibêje: ‘Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîne bi hezaran kîlometre ji terorîstan paqij bikin. Niha Pêşmerge aramî û ewlekariya Kerkûk û navçeyên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, diparêzin.”