Kobanê: Mayînek teqiya û 3 kes bûn qurbanî
K24 – Kobanê
Li gundekî Kobanê mayînek teqiya, di encamê de jî welatiyekî canê xwe jidest da.
Li gor peyamnêrê K24ê diyar kiriye, li Konheftarê ( 80 kîlo metir başûrê Kobanê) mayînek ji paşmayên DAIŞê teqiya û di encamê de welatiyekî sivîl canê xwe jidest da û du kesên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê me da zanîn ku, navê kesê bûye qurbanî Eyûb Mihemed Xelef e temenê wî jî 36 sal e, herwiha ew her du kesên birîndar jî yek ji bo nexweşxaneya Kobanê û yek jî ji ber giraniya birînên wî ji bo Bakurê Kurdistanê hatin veguhestin.
Çekdarên DAIŞê, piştî ku ji bajarê Kobanê û gundên wê hatin derxistin, gelek mayîn li pey xwe hêştin û ji encama teqîna wan mayînan, bi dehan welatiyan canên xwe jidest dane.