Hunermendeke Kurd bi dengê xwe Mosko hejand

Di çarçoveya 6emîn Festivala Mozîka Pîroz li Mosskoyê de jî, kesên amade bi deng û hunera xwe matmayî hêştin.
kurdistan24.net

K24- Mosko

Hunermenda Kurd ya Operalî, Svetlana Kasyan bi dengê xwe şanogeyên Moskoyê hejnadin.

Svetlana Kasyan li bajarê Batom ê Gurcistanê ji dayik bûye, malbata wê jî wek malbatek hunerhez tê naskirin.

Svetlana Kasyan di sala 2011an de ji zanîngeha “Moscow State Conservatoire” derçûye.

Ew hunermenda Kurd, yek ji navdartirîn stranbêjên hunera Opera ye li Rûsyayê, di çarçoveya 6emîn Festivala Mozîka Pîroz li Mosskoyê de jî, kesên amade bi deng û hunera xwe matmayî hêştin.

Televîzyona K24 jî, yekemîn dezgeha medyayî ya Kurdî bû ku hunera Svetlana Kasyan şopandiye, navboriyê kêfxweşiya xwe ji vê yekê anî ziman.

Svetlana Kasyan taybet ji K24 re got: “Ev yekemîn car e ku ragihandina Kurdî karê min yê hunerî dişopîne.”

Herwiha Kasyan derbarê karê pêşkeşkirî de anî ziman ku, ew yek ji karên herî zehmet bû ku li festivalê pêşkeş kiriye “ji ber ku nivîs hemû bi Latînî bû.”