Nîvîskarekî Rûsî: Selahedîn Eyûbî Rûs e

Nivîskar û Lêkolînerê Rûsî Vadîm Makarenko, ku di vê dawiyê de kitêbek bi navê "Geryan Bi Pey Dîroka Qedîm a Rûsyayê" de nivîsiye, ra û nîjadê neteweya Rûsyayê bi dîroka Kurdan ve girêdide û li gor wî Selahedîn Eyûbî Rûs e.
kurdistan24.net

K24 – Mosko

Nivîskar û Lêkolînerê Rûsî Vadîm Makarenko, ku di vê dawiyê de kitêbek bi navê "Geryan Bi Pey Dîroka Qedîm a Rûsyayê" de nivîsiye, ra û nîjadê neteweya Rûsyayê bi dîroka Kurdan ve girêdide û li gor wî Selahedîn Eyûbî Rûs e.

Di vê derbarê de Vadîm Makarenko ji Kurdistan24ê re got: "Bila ji bîra me neçe ku Rojhilatnasê Rûs ji Kurdnasiyê ve dest pê kiriye, paşayên Rûsî her bi pey nîjad û esl û esasê xwe de digeriyan, hewl dane herdem vegerin ser eslê xwe li wê cografyayê ku niha Kurdistan e."

Li gor wî lêkolînerê Rûsî, Selahedîn Eyûbî Rûs e û ji bo îspatkirina peywendiyên xizmayetî yên Kurd û Rûsan daxwaza testa DNA dike.

Lêkolînerê Kurd Xoşewî Mela Îbrahîm jî, derbarê nerîna nivîskarê Rûsî de wiha axifî: "Beşek ji nerînên wê cihê nîqaşê ne ku gelek kesên navdar wek Selahedîn Eyûbî Rûs dibîne loma divê nîqaş li ser were kirin."