Ferhat Tunç: Rewşa îro ji ya salên 90î xirabtir e

Li gor zanyariyên dawî ji zanîngehên Bartin, Duzce Arel û Bazirganiya Stenbolê 13 akademîsyen ji ber ku piştgirî dane danezana aştiyê ji karê xwe hatine dûrxistin.

K24 – Stenbol

Ji zanîngehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîka 2 hezar rewşenbîran, ji ber şer û pevçûnên li bajarên Kurdan bi danezanekê banga bidawîbûna şer kiribûn. Lê rayedarên hikûmetê nerazîbûn nîşanî akademîsyenan dan û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Heta niha nêzîka 15 kes ku di zanîngehên taybet û dewletê de kar dikirin ji karê xwe hatin dûrxistin.

Rêvebirên 38 zanîngehan derbarê danezana akademîsyenan de nerazîbûna xwe nîşan dan û derheqê rewşenbîran de lêpirsîn hate destpêkirin. Li gor zanyariyên dawî ji zanîngehên Bartin, Duzce Arel û Bazirganiya Stenbolê 13 akademîsyen ji ber ku piştgirî dane danezanê ji karê xwe hatin dûrxistin.

Di destpêkê de 1128 rewşenbîran piştevaniya danezanê kiribûn. Lê hat ragihandin ku ev hejmar zêdetir bûye û niha 1972 rewşenbîr bo danezanê îmze avêtine. Hunermend Ferhat Tunç got ku tiştê li dijî çeteyên DAIŞê nakin li dijî akademîsyenan dikin.

Tunç wiha axifî: "Ez rewşa salên 1990î jî dizanim li gor wê çaxê ewqas gef li me nedihat xwarin. Îro rewşeke neasayî heye. Desthilatdariya niha, danezana akademîsyenan ji bo xwe wek gef dibîne. Dixwazin çavê hunermend û rewşenbîran bitirsînin. Desthîlatdariya ku îro li ser kar e berdewamiya şer dixwaze û ji bo vî welatî bûye gefeke mezin."

Piştî îmzeavêtinê nivîsên wek gefxwarinê li deriyên hinek akademîsyenan hatin daliqandin. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan da zanîn ku hikûmeta heyî yasayan binpêdike û got: "Li gorî destûrê, mafê saziya YOKê tune ye ku derbarê akademîsyenan de tiştekî bike. Ji ber biryara dadgehê rê nade. Lê tevî vê yekê AKP li gor dilê xwe helwêst werdigire û mirovan tawanbar dike."

Di sala 2005an de dema Recep Tayyip Erdogan Serokwezîrê Tirkiyê bû ji bo çareserkirina pirsa Kurd peyamên erênî dabûn. Nêzîka 50 hunermend û rojnameger bi danezanekê ku banga aştî û rawestandina şer dikirin piştgirî dabûn Erdogan. Lê niha rewşenbîr ji ber danezeneke bi heman awayî tên cezakirin.