Ketîbeya Turkmenan navçeyên Kurdî dike navendên leşkerî

Li gor zanyariyên çalakvanan deverê, ew biryar bû cihê nîgeraniya welatiyên navçeyê, ji ber ku ji aliyekî ve sînorên Tirkiyê li pêşiya wan girtiye, ji aliyê din ve jî DAIŞ heye.

K24-Izaz

Ketîbeya Sultan Mûrad a Turkmenan navçeyên di navbera Izaz û Cerablusê de ku piraniya wê Kurd in, wek navendeke leşkerî ragihand û daxwaz ji xelkê kir ku navçayê vala bikin û koçber bibin.

Derheqê mijarê de Ketîbeya Sultan Mûrad a Turkmenan daxuyaniyek belav kir. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Em navçe û gundên di navbera Izaz û Cerablusê de, ku dikevin bakurê bajarê Helebê wek navçeyên leşkerî radighînin."

Ketîbeya Sûltan Murad hişyarî da welatiyên deverê ku bi armanca parastina jiyana wan, navçeyê bicîh bihêlin û koçber bibin. Herwiha da zanîn ku eger metirsî li ser jiyana wan hebe ew ne berpirsyar in.

Li gor zanyariyên çalakvanên wê deverê, ew biryar bû cihê nîgeraniya welatiyên deverê, ji ber ku ji aliyekî ve sînorên Tirkiyê li pêşiya wan girtiye, ji aliyê din ve jî DAIŞ heye.