Nadiya ligel Şahê Kuwêtê jî civiya

Şahê Kuwêtê piştgirî da wê keça Kurd a Êzdî

K24- Navenda Nûçeyan

Keça Kurd a Êzdî, Nadiya Murad ligel Şahê Kuwêtê, Subah Cabir el-Subah civiya.

Nadiya li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye ku, wê behsa serpêhatiya Kurdên Êzdî ji Şahê Kuwêtê re kiriye, bi taybetî yên ku hê di nav destê rêxitsina DAIŞê ya radîkal de ne.

Nadiya yek ji keçên Kurdên Êzdî ye ku kariye ligel gelek malbatan ji dest çekdarên DAIŞê xwe rizgar bikin.

Di bermaber de jî, Şah Subah hevxemiya xwe anî ziman û piştgiriya wê keça Kurd a Êzdî kiriye, ji bo ku peyama xwe bighîne tevaya Cîhanê.

Nadiya beriya niha di civata Encûmena Asayişa Navdewletî de gotatrek pêşkeş kiribû, herwiha ligel Serokê Misrê, Ebdulfetah Sîsî civiya bû.

Herwiha ligel zanyayên Zanîngeha Ezherê û rayedarên din ên Kuwêtê civiya bû.

Nadiya ligel Şahê Kuwêtê jî civiya
Nadiya ligel Şahê Kuwêtê jî civiya