Yûksekdag: Di 8 mehan de 425 kesên sivîl bûne qurbanî

Hevseroka Partiya Demokratî a Gelan (HDP) radigehîne ku, li bajarên Bakurê Kurdistanê di nava 8 mehan de 425 kesên sivîl bûne qurbaniyên pevçûnan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Demokratî a Gelan (HDP) radigehîne ku, li bajarên Bakurê Kurdistanê di nava 8 mehan de 425 kesên sivîl bûne qurbaniyên pevçûnan.

Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdag di civîna koma HDP'ê de axivî got: ''Qedexeya derketina derve û operasyonên li navçeyan li dijî xelkên sivîl in. Diyar bûye ku dewlet dixwaze hebûna Kurdan li herêmê tune bike.”

Yûksekdag  diyar kir ku, çawa ku 9 sal in dewlet berpirsên kuştina rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk nagre, heman awayî kujerên Tahir Elçî jî nagre û wan diparêze.

Yûksekdag got: ''Ji wê rojê ve kevokên aştiyê û kesên aştîxwaz nîgeran in û ditirsin. Lê dîsa jî dest ji gotina aştiyê bernedan.''

Hevseroka HDP'ê rexne li saziyên navdewletî jî girt û got ku li hember operasyon û qedexeyên li navçe û bajarên Bakûrê Kurdistanê bê deng in û ligel desthiladariya Tirkiyê bi nehênî rêkeftin kirine.