Parlamentareke Kurd daxwaza girtina "Charlie Hebdo" dike

Dîno wiha jî got: “Gelo belavkirina karîkatora li ser Alanê Kurdî yê bûye sembola penaberan, karekî Demokratî û azadiya nerînan e.

K24-Hewlêr

Piştî ku heftenameya Fransî "Charlie Hebdo" karîkatorekî Alanê Kurdî bi tinazî belav kir, yê ku wêneyê mirina wî bûbû sembola penaberên Kurd, Parlamentara Kurd Şêrîn Ebdulrehman Dîno daxwz ji rayedarên wî welatî kir hefetename were girtin.

Derbarê sizakirina wê heftenameyê Endama Parlementoya Kurdistanê Şêrîn Ebdulrehman daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaz ji Hikûmeta Fransayê kir ku yasa derbarê wê rojnameyê de were standin.

Dîno wiha jî got: “Gelo belavkirina karîkatora li ser Alanê Kurdî yê bûye sembola penaberan, karekî Demokratî û azadiya nerînan e.

Belavbûna wê karîkatorê ji aliyê heftenameya Fransî "Charlie Hebdo" ve bibû cihê nîgeraniya gelê Kurd û yên biyanî jî, ji wan jî  Şahjina Urdinê Ranya Ebdulla û gelek şêwekarên din yên Kurd ku bergirî li Alanê Kurdî kiribûn, li dijî karîkatorê derdikevin.