Opozîsyona Sûriyê êrîşî firokxaneya Himêmîm dike

Ketîbeyên çekdar yên Opozîsyona Sûriyê êrîşî firokxaneya Himêmîm ya Laziqiyê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ketîbeyên çekdar yên Opozîsyona Sûriyê êrîşî firokxaneya Himêmîm ya Laziqiyê kirin.

Komîteyên Hevrêziyê yên Xwecihî, îro ragehandin ku Ketîbeyên çekdar yên opozîsyona Sûriyê bi rokêtên Girad êrîşî firokxaneya Himêmîm ya Laziqiyê kirin, di encamê de jî kuştî û birîndar di nava leşkerên Rûsî yên li firokxaneyê dimînin de hene.

Herwiha Komîteyên Hevrêziyê diyar kirin jî, ku firokxaneya Himêmîm bi awayekî demkî kar lê hat rawestandin.

Firokxaneya Himêmîm ya li bajarê Laziqiyê, baregeheke leşkerî ya herî mezin e ji firokeyên Rûsyayê li Sûriyê. Rûsya jî ji wê firokxaneyê êrîşên xwe li dijî grûpên çekdar û DAIŞê dike.