Li navçeya Silopiyê şopa pevçûnan bi roj derdikeve

Parêzgeriya Şirnexê piştî 36 rojan ragihand ko dê êdî nava rojê ji saet 5-ê sibehê heta 6-ê êvarê derketina derve bo xelkê sivîl serbest be.

K24 - Şirnex

Li navçeya Silopî ya Şirnexê qedexeya derketina derve piştî 36 rojan demkî hat rakirin.  Di pevçûnan de herî kêm 30 kesên sivîl canê xwe ji dest dan, ji 50yan zêdetir jî birîndar bûn. Herwiha bi sedan avahiyan zerareke mezin dîtin.

Parêzgeriya Şirnexê piştî 36 rojan ragihand ko dê êdî nava rojê ji saet 5-ê sibehê heta 6-ê êvarê derketina derve bo xelkê sivîl serbest be. Xelkê ku malên xwe bicîhiştin ji saetên serê sibehê û pê de vegeriyan malen xwe. 

Di pevçûnên di navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên çekdar ên Tirkiyeyê de bi sedan xanî hatine rûxandin û şewitandin. Hejmareke zêde ajelên xelkê yan bi guleyên çekan an jî ji birça mirine. 

Ji hêla din ve bi roj xebatên nûkirina xetên av û ceyranê hatin kirin. Li navçeyê otomobîlên zirxpoş ên polîsan di nava kuçe û kolanan de digerin. Ji saet 6-ê û pê de ji ber ku dîsa qedexe hat ragihandin xelkê ku danûstandina xwe kir dîsa vegeriyan malên xwe yan jî ba merivên xwe. Li navçeyê pevçûn sekinîne lê alozî berdewam e.