Di firokeyan de anonsa bi zimanê Kurdî tê kirin

Ji bo nîqaşa li ser kiryarên li Bakurê Kurdistanê nemîne, ji aliyê hikûmetê ve gavên wek anonsa bi Kurdî ya di firokeyan de tên avêtin.

K24 – Enqere

Ji bo nîqaşa li ser kiryarên li Bakurê Kurdistanê nemîne, ji aliyê hikûmetê ve gavên wek anonsa bi Kurdî ya di firokeyan de tên avêtin. Herwiha di vê çarçoveyê de hikûmet hewl dide ku navê navçe û bajarên Kurdan jî veguherîne Kurdî.

Hikûmeta Tirkiyê bi operasyon û qedexeyên derketina derve yên li Bakurê Kurdistanê, mafên bingehîn ên mirovan binpê dike û bi van kiryarên xwe bala raya giştî dikişîne ser xwe. Ji ber vê yekê ji konsepta xwe ya şer gaveke nû diavejê.

Di vê derbarê de Endamê Komeleya Hîqûqnasên Azadîxwaz Parezêr Alişan Şahin got: “Ev sererastkirinên wiha divê bi biryarên rêvebiriyê bêne dayîn. Lê belê yase bê çêkirin, baştir e. Ji ber ku, bi vê yekê re hem garantiya mafan tê pêk anîn hem jî dewlet nikare li gorî xwe guhertinan bike.”

Hikûmet niha biryara bicihkirina wan sozan dide ku di dema gotûbejên proseya çaresiyê de dabûn. Wekî anons, guhertina navên bajarên li Bakure Kurdistanê. Hinek daxwazên Kurdan tên bicihkirin lê belê daxwaza gel a perwerdeya bi zimanê dayikê ji aliyê hikûmetê ve nayê qebûlkirin.

Serokê Kurdî-Derê Mustafa Karaman, li ser vê mijarê nerîna xwe wiha tîne ziman: “Li Sûrê, Nisêbînê, Şirnaxê, li hemû navçeyên Kurdistanê komkujî tên kirin û niha ji bo komkujî bêne veşartin gavên bi vî awayî tên avêtin. Ev gav têr nakin.”

Ev sepandin ji bo berdewamiya proseya çareseriyê pêngavên pêşî ne. Hikûmet dê piştî bi dawîbûna şerê li Bakure Kurdistanê dest bi proseya çareseriyê bike. Lê wê li şûna HDPê bi komeke ku ji mirovên aqîlmend pêk tê gotûbejan bike. Hikûmet wê ji bilî aqilmendan bi saziyên civakî, pêşengên civakê û rayedarên BAROyê re jî hevdîtinan bike.