"Şewba berazan li welatên paşketî zêdetir rû dide"

Nexweşiya şewba berazan, dibe sedema mirina gelek mirovan. Di rojên dawî de li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîka 20 kes mirin.

K24 - Stenbol

Nexweşiya şewba berazan, dibe sedema mirina gelek mirovan. Di rojên dawî de li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîka 20 kes mirin. Li gor pizîşkan şewba berazan li welatên hejar û pêşneketî zêdetir rû dide.

Li Stenbolê ji sersala nû heta niha ji ber nexweşiya H1N1 ya ku di nav gel de wek şewba berazan tê zanîn 6 kes mirin. Gelek kesên nexweş ku ketine şikê serî li nexweşxaneyan didin. 

Pizîşkê Pispor Huseyîn Demîrdîzen ji K24ê re da zanîn ku li civatên paşdemayî û li welatên feqîr ku xwarin û vexwarin bisihhetî û bi rêk û pêk nebe nexweşiyan wiha zêdetir belav dibein: "Serêş, kuxik, bêtaqetî nîşaneyên şewba berazan e. Ev nexweşî, zû li nav mirovan belav dibe. Tiştên ku hevpar û gelek caran tê bikaranîn jî dibin sedema nexweşiyê. Bila welatî destê xwe her tim bişon. Şewba berazan li Tirkiyê dema payîz û zivistanê rû dide." 

Welatî ji ber şewba ku bûye sedema mirinan gelek xemgîn û bi fikar in. Welatiyek wiha dibêje: "Ji ber vê nexweşiyê em ditirsin. Ji tirsa em nikarin bikevin nav milet. Ez naçim doktor. Ez li malê ji xwe re derman çêdikim." 

Şewba berazan cara yekem di sala 2008an de li Brezîlyayê di çewlika berazan de li mirovekî veguhsetiye. Piştî salekê li Tirkiyê jî ev nexweşî belav bû û di nav salekê de bi sedan kesan canê xwe ji dest dan.