Her sal 10 hezar kes ji ber gaza sobê bi jehrî dikevin

Ligel hatina zivistanê gelek mirov ji ber karbonmonoksîtê dimirin. Li gor zanyariyên Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê her sal zêdeyî 10 hezar bûyerên jehrbûnê pêk tên û ji sedî 39ê bûyeran bi mirinê bi dawî dibe.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê di nav 3 hefteyên dawî de ji zêdeyî 20 kes ji ber gaz û dûyê sobeyê bi jehrî ketin û canê xwe ji dest dan. Rayedarên wezareta tenduristiyê ragihandin ku salê 10 hezar û 154 bûyerên jehrîbûnê rû didin. Herwiha demsala zivistanê bi taybetî meha Sibatê mirinên jehrîbûnê zêdetir derdikevin pêş.

Di meha Berfanbarê de hezar û 646, di meha Çileyê de 2 hezar û 168, di meha Sibatê de 2 hezar û 561 bûyerên jehrîbûnê pêk tên. Rawêjkarê Wezareta Jîngehê Mustafa Ozturk diyar kir ku komira bêqalîte ku tê de zêde kukurt heye dibe sedema mirina welatiyan.

Li gor pisporan kesên ku dema bi şev radizên komirê diavêjin sobeyê û qewaran jî digirin di nav metirsiyê de ne û divê baldar bin. Serêşî, westiyayîbûn, verêşîn û zekem nîşaneyên jehrîbûna karbonmonoksîtê ne.