Welatiyên Silopiyê piştî şer behsa rewşa xwe dikin

Ji ber şer û pevçûnên li navçeya Silopî ya Şirnexê avahiyên bi hezaran welatiyan jî zerareke mezin dîtin.
kurdistan24.net

K24 – Şirnex

Ji ber şer û pevçûnên li navçeya Silopî ya Şirnexê avahiyên bi hezaran welatiyan jî zerareke mezin dîtin.

Xelkê ku şepirze bûne gilî, gazîn û daxwazên xwe ji Kurdistan24ê re vegotin. Daxwaza xelkê ew e ku êdî xwîn neyê rijandin û di navbera dewleta Tirkiyê û aliyên dijber de pirsgirêk dîsan bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Welatiyên ku bê xanî mane dixwazin zerara wan jî bê dayîn.