Li Stenbolê 20 kes hatin desteserkirin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li bajarê Stenbolê li 22 navçeyan operasyoneke hevdem kirin. Di operasyonan de 20 kes hatin desteserkirin.

K24 – Stenbol

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li bajarê Stenbolê li 22 navçeyan operasyoneke hevdem kirin. Di operasyonan de 20 kes hatin desteserkirin.

Tîmên girêdayî rêveberiya şaxa Saloxgerî û têkoşîna dijî terorê yên Stenbolê, di serî de navçeyên Esenyurt û Kagithane û li 36 navnîşanan operasyona hevdem dan dest pê kirin.

Hat diyar kirin ku operasyon li dijî KCKê hatiye kirin. 20 kesên tohmetbar pêşî birin nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehî ya Hasekî piştre bo lêpirsînê birin Ewlekariya Stenbolê. Hat ragihandin ku li derveyî bajarê Stenbolê 2 kesên din jî hatin desteserkirin.