Nisêbîn: Li ser sînor dîwarê 3 metroyî tê lêkirin

Li navçeya mayînkirî ya sînorê di navbera Nisêbîna Mêrdînê û Qamişloya Rojavayê Kurdistanê de dîwarê ji betonê tê lêkirin ku 3 metreyan bilind e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya mayînkirî ya sînorê di navbera Nisêbîna Mêrdînê û Qamişloya Rojavayê Kurdistanê de dîwarê ji betonê tê lêkirin ku 3 metreyan bilind e.

Berî bi çend mehan li ser sînorê navbera Nisêbîn û Qamişloyê xendek hatibû kolandin ku dê heta bi Cizîra Botan biçûya, lê piştre hat rawestandin.

Di van rojan de dest bi lêkirina dîwar hat kirin ku 2 metreyan berfireh û 3 metreyan bilind e. Tê gotin ku dîwarê bi betonê dê heta bi Cizîrê dirêj bibe.

Herçiqas tê gotin ku armanc wergirtina tedbîrên ewlekariyê ye lê aliyên Kurdî dibêjin ku mebest rêgirtin e li ber Kurdan daku eger tiştek biqewime Kurdên serxet û binxetê nikaribin bi hewara hev ve herin.