"Li Bakur jiyana 200 hezar kesî di metirsiyê de ye"

“Ji ber êrîşên hikûmeta Tirkiyê jiyana 200 hezar kesî di metirsiyê de ye.”

K24 – Stenbol

Saziya Mafê Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rexne li operasyonên li Bakurê Kurdistanê girtin û ragihand ku ji ber êrîşên hikûmeta Tirkiyê jiyana 200 hezar kesî di metirsiyê de ye.

Rêxistina Afê ya Navneteweyî ji ber qedexeyên derketina derva ya li bajarên ku Kurd lê dijîn nerazîbûna xwe nîşan da. Li gor rêxistinê gelê Kurd topyekun tê cezakirin. Ji ber kiryarên kêfî û tundrew welatiyan zehmetiyeke mezin dikêşînin.

Rêveberê rêxistinê yê Asyaya Navîn û Ewropayê John Dalhuisen dest nîşan kir ku tê gotin hêzên ewlekariyê rê nade ku ambulans bikevin navçeyan. Qutkirina av û ceyranan û peydekirina xurekan tesîreke nebaş dide ser jiyana welatiyan.

Dalhuisen diyar kir ku rayedarên Tirk dikare gumanbaran desteser bike û ewlehiya welatiyan biparêze lê belê divê bo mafên mirovan peywirên xwe cih bine û rêz bigire. Pêwîst e ku civaka navneteweyî van tiştan bibîne û bêdeng nemîne.

Daxuyaniya welatiyekî Sîlopiyayî di rapora rêxistinê de wiha cih girt: Xizmek wî ji ber pevçûnan miriye. Ji ber qedexeyên derketina derve nekariyane cenaze veşerînin û cenaze 12 roj li malê maye. Nêzî 3 hefte bê av û be ceyran mane.

Dema operasyonan ji ber şerê dewlet û YDGH'ê ji zêdeyî 150 kes canê xwe ji dest dane. Di nav miriyan de jin, zarok, pîr û kal jî hene.