Qeyîkeke penaberên Iraqî binav bû: 10 xeniqîn

45 kes di nava qeyîkê de bûn û dixwestin xwe bighînin Yonansitanê.

K24- Navenda Nûçeya

Qeyîkeke penaberên Iraqî ku dixwsetin xwe bighînin Yonanistanê binav bû, termê a0 kesan ji wan hatiye dîtin.

Li gor agahiyan, li navçeya Foça ya Îzmîrê, li devera Aslanburnu qeyîkek lastîk ku 45 penaber têde bûn binav bû. Niha jî termê 5 zarok 4 jin û zilamek hatin dîtin.

Herwiha  hewldanên lêgerînê bo 10 kesên winda didomin.

Eşkere bû jî ku, ku hemû penaber ji Iraqê ne û xwestine ku herin girava Mîdîlliya Yûnanistanê.

Ji nav kesên ku di qeyîkê de bûn, 25 penaber hatine rizgarkirin.